Li Cinêvê banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin

Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber Ofîsa NY’yê ya Cinêvê hate lidarxistin de, banga mezinkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê hate kirin.

Li Cinêvê banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin
22 mijdar, 2023   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cinêvê ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya gelê Kurd a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê didome.

Di çalakiya vê hefteyê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye", piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî Mûstafa Altûnbaş axivî.

Altunbaş, pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji aliyê dostên gelê Kurd ve li ser asta cîhanê hate destpêkirin, bi bîr xist û got, "Pergala tecrîd û êşkenceyê ku 33 meh in li dijî Rêbertiya me tê meşandin, bi binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa navneteweyî her ku diçe kûrtir dibe. Saziyên wekî NY û CPT ku li gorî hiqûqa navneteweyî neçar in mafên mirovan biparêzin, li hemberî vê êşkenceya tecrîdê bêdengiya xwe didomînin. Em weke gelê Kurd divê li dijî polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê ku di şexsê Rêber Apo de ji bo teslîmgirtina îradeya gelê Kurd tê meşandin, têkoşînê mezin bikin.”

Piştî Altunbaş, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cinêvê Tuba Yilmaz di şexsê xwişkên Mîrabel de jinên bi tundiya dewlet û mêr hatine qetilkirin bi bîr anî û bangawaziya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Roja Hevgirtina û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê xwend. Tuba Yilmaz ji bo çalakiyên ku di 25'ê Mijdarê de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Piştî axaftinan girseya gel bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" dest bi çalakiya rûniştinê kir.