Xelkê Minbicê li hember êrişan îsrara xwe ya berxwedanê nîşan da

Welatiyên bajarê Minbicê çavnebariya dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li dijî Minbic û gundewarên wê de ji dema rizgarkirina wê de ji 2016'an de dizanin, ji ber wê ew li hember van êrişan bi îsrareke mezin li ber xwe didin û bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Xelkê Minbicê li hember êrişan îsrara xwe ya berxwedanê nîşan da
23 mijdar, 2023   02:43
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Ji dema dagirkirina Cerablusê di 2016'an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku hemwextî rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) e, dewleta Tirk a dagirker bênavber li dijî Minbic û gundewarê wê êrişan pêk tîne, li hember wê şênî berxwedaneke mezin didin meşandin.

Di êrişa dawîn a li dijî gundê Ewn El Dedet ê bakurê rojhilatê Minbicê de, 7 sivîl birîndar bûn.

Şêniyên Minbicê tevî êrişên rojane yên bi çekên giran ên bi armanca valakirina herêmê, koçberbûna ji Minbicê red dikin, ji ber ku ew armanc û planên dewleta Tirk a dagirker nas dikin.

Welatiya bi navê Raba Bekro li ser mijarê axivî û got: "Em ji van êrişan natirsin û îradeya me ya dewamkirina têkoşînê û berxwedanê zêde dibin. Armanc ji êrişan koçberkirina me û valakirina gundan e da ku di encamê de herêm bê dagirkirin."

Welatiya bi navê Emîne El Cerah jî êrişên li dijî Minbicê şermezar kirin û got: "Armanc ji van êrişan hedefgirtina sivîlan, têkbirina aramiya herêmê, valakirina wê û dagirkirina wê ye. Lê tevî hemû êrişan em dev ji xaka xwe bernadin û rê nadin wan ku bihostekê jî ji xaka me dagir bikin."

Welatiya bi navê Ruqeye Mihemed got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan hedefgirtina sivîlan û têkbirina aramiya herêmê û koçberkirina şêniyan e. Lê belê ev êriş me ji pêkanîna armancên me bi dûr naxin û em ê li hember dagirkeriyê berxwedana xwe bilind bikin."

Bedir El Ehmed destnîşan kir ku divê şênî li hember planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kêleka rêveberiya sivîl bin û berxwedana xwe li hember êrişan bidomînin.

(mh)

ANHA