ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2026
23 ÇILE, 2026   02:00

Fermandara YPJˋê Raya Mihemed diyar kir ku hêzên wan ên li Hesekê bersiva her êrişekê didin û got "Em nahêlin çeteyên hikumeta demkî derbas bibin an jî çeteyên DAIŞˊê birevin." BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Meclisa Kar û Barên Derve ya Misirê Yûsif Zade diyar kir ku serxistina agirbestê li Sûriyeyê girêdayî mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan, bi taybetî jî yên Kurdan e.

Ji ber seferberiya giştî, firneya bajarê Til Temirê ji bo dabînkirina nan ji şêniyan re, 24 saetan dixebite. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li kêlek şervanên xwe sekinînin, parastina ax û hebûna xwe dikin û got: "Em li ser xaka xwe ne, berxwedan vebijêrka me ye." BI WÊNE Û DÎMEN