Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite

Ji ber seferberiya giştî, firneya bajarê Til Temirê ji bo dabînkirina nan ji şêniyan re, 24 saetan dixebite.

Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
Firneya Til Temirê 24 saetan dixebite
23 ÇILE, 2026   05:20
HESEKÊ

Bi îlankirina seferberiya giştî ya ji hêla Rêveberiya Xweser re, rêveberiya firneyan a bajarê Til Timerê yê kantona Cizîrê, ji bo dabînkirina nan ji welatiyan re di bin şert û mercên heyî de, tedbîrên rêxistinî û lojîstîkî yên awarte girtiye, wekî zêdekirina hilberînê û saetên pêxistinê.

Li gorî berpirsên firneyan, saetên xebatê ji 18 demjimêran bo 24 saetan û mîqdara ard ji 8û nîv tonan bo 10 tonan û bi wê re rojane hejmara tûrikên nan jî ji 7 hezarî derket 8 hezar û 600’î.

Di çend rojên borî de, belavkirina nan ji bo welatiyan rasterast li firneyan pêk dihat, lê rêveberî li ser ji nû ve belavkirina nan bi rêya komînan difikire da ku nan bigihêje hemû welatiyan û ji qerebalixê dûr bikevin.

Ev seferberiya xizmetguzariyê di çarçoveya hevgirtina gel li Til Temirê de pêk tê ku seferberiya giştî ne tenê bi aliyên parastinê ve sînordar bû, lê beşên xizmetguzariyê jî digire nava xwe ku ev jî peyameke zelal e ku bajar di her warî de di seferberiyê de ne.

(ac/fr)

ANHA