Mazlûm Ebdî: Em ji bo pêkanîna entegresyoneke rastîn û parastina agirbesta heyî dixebitin

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî têkildarî civîna li Hewlêrê de peyamek da "Em ji bo pêkanîna entegrasyoneke rastîn û parastina agirbesta heyî dixebitin."

Mazlûm Ebdî: Em ji bo pêkanîna entegresyoneke rastîn û parastina agirbesta heyî dixebitin
22 ÇILE, 2026   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî civîna li Başûrê Kurdistanê ya bi nûnerê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê CENTCOMˊê Admiral Brad Cooper re peyamek li ser Xˊê da.

Ebdî di peyama xwe de wiha got: "Me hevdîtineke avaker û berhemdar bi nûnerê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê CENTCOMˊê Admiral Brad Cooper re li Herêma Kurdistanê-Iraqê pêk anî.

Piştevaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û siyaseta serokê Amerîkayê Trump ji proseya agirbestê, hewldanên nûner Barrack ên vegera li diyalogê û danûstandinên di navbera me û hikumeta Sûriyeyê de ji bo me mijareke cidî, xwedî girîngî û cihê pêşwaziyê ye.

Em ê bi hemû derfetên xwe, bi awayekî cidî, ji bo entegresyona rastîn û parastina agirbesta heyî bixebitin."

(fr)