Quteyba El Îdlibî ji Wezareta Karên Derve îstîfa kir

Rêveberê Kar û Barên Amerîkayê yê Wezareta Kar û Barên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Quteyba El Idlibî ji wezaretê îstîfa kir.

Quteyba El Îdlibî ji Wezareta Karên Derve îstîfa kir
20 cotmeh, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatê Sûriyeyî Quteyba El Idlibî ku ji Gulana 2025‘an ve rêveberiya Kar û Barên Amerîkayê di Wezareta Karên Derveya ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de kiriye îstîfaya xwe ragihand.

El Îdlibî bi nivîsekê ku li ser medya dîjîatl weşandiye îstîfaya xwe ragihand.

Çavkaniyan di 4‘ê Hezîrana îsal de gotibûn Seed Barûd li şûna El Idlibî hatiye tayînkirin û destnîşan kir ku têbinî li ser proformansa El Idlibî hebûn.

Li gorî çavkaniyan, têbinî li ser derengbûna bersivdayîna peymanên Aamerîka yên girêdayî dosyayên ewlehî û hemahengiyê di navbera Şam û Washingtonê de, her wiha derengbûna amadekariyên civînan û bersivdayîna daxwazan bûn.

(bb)