ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2026
21 tebax, 2026   02:00

- 2 endamên PYD’ê daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya Rêbertî wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bilezîne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîskar û helbestvanên jin ên ku beşdarî Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bûne bi helbestên xwe dîroka bajêr û pirrengiya wî ya çandî wesif kir û bal kişand ser dîroka jinan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Firoşkar û bazirganên cilên balê nerazîbûn li hemberî biryara Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya qedexeya derbasbûna barhilgirên cilên balê (cilên berê hatine bikaranîn) da û bang li aliyên têkildar kir ku biryarê li ber çavan bigire. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hevserokê Şaredariya Tirbespiyê Wehîd Elî diyar kir şaredarî bi hevkariya komînal a şêniyên bajêr, dest bi pêkanîna çend projeyên xizmetguzariyê li bajêr bike. Elî da zanîn ku wan gelek piroje dabûn mêşiya xwe, lê ji ber derfetên kêm hemû piroje ne hatin çêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Firoşkar û bazirganên cilên balê nerazîbûn li hemberî biryara Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya qedexeya derbasbûna barhilgirên cilên balê (cilên berê hatine bikaranîn) da û bang li aliyên têkildar kir ku biryarê li ber çavan bigire. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeyê (2026-2027) re amadekariyên vekirina dibistanan têne kirin û perwerdekirina kadroyan û tomarkirina xwendekaran dewam dikin. Lê hîna 15 dibistan ji ber bicihbûna koçberên ji Serêkaniyê û Şehba li derveyî xizmetê ne. BI WÊNE Û DÎMEN