‛Em dixwazin Qamişlo bibe modela Sûriyeya nû’

Di şahiya Sedsaliya Damezrandina Qamişloyê de behsa girîngiya bajêr ku modeleke pirrengî û jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên civakê de hat kirin û hat diyarkirin ku pêwîstî bi xurtkirina serweriya qanûnê, hemwelatîbûn, jiyana hevbeş û avakirina siberojeke aştî û aram heye.

‛Em dixwazin Qamişlo bibe modela Sûriyeya nû’
‛Em dixwazin Qamişlo bibe modela Sûriyeya nû’
‛Em dixwazin Qamişlo bibe modela Sûriyeya nû’
20 tebax, 2026   22:30
QAMIŞLO

Di şahiya salvegera Sedsaliya Damezrandina Qamişloyê de hejmarek axaftin hatin kirin û bal kişand ser dîroka bajêr û pirrengiay wî ya çandî û civakî.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî di şahiyê de axivî û got: “Qamişlo rojekê ne weke erdnîgarî dihat lê nêrîn, lê bi dirêjahiya sedsalekê weke bajarê pirrengî û jiyana hevbeş lê dihat nêrîn

Hîlalî diyar kir ku pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê ne tenê bibîranîn e, lê temsîla sedsala siberojê dike ku her Kurdek, Erebek, Aşûriyek û Suryaniyek hîs bike li bajarê xwe ye û Sûriye dewlet û siberoja wî ye. Hîlalî destnîşan kir ku pêwîstî bi veguhastina ji şopên şer ber bi qonaxeke nû ya li ser serweriya qanûn û hemwelatîbûnê be.

Der barê proseya entegrasyonê de Hîlalî diyar kir ku “ne tenê rêkarên ewlehî ye, lê dosyayek giştî ye”, divê qonaxa bê li ser diyalogê be û parêzgeh bibe rûbera tevahî ne qada aloziyan.

Hîlalî da zanîn ku Qamişloyê yê ku tevahî pêkhate di rêjahiay 100 salî de hembêz kir dikare bibe modelek ji bo Sûriyeyê.

Li aliyekî din jî Cîgirê Gerînendeyê Çandê ya Hesekê Ebdulhafiz Keleş got ev pîrozbahî ji bo temambûna 100 salî di ser damezrandian Qamişloyê de pêk tê û bajar bi “sedsalî ji hezkirin û pirrengiyê “ wesif kir.

Keleş anî ziman ku derbasbûna sedsalî di ser damezrandinê re dîrok, resenî û afirîneriya wê nîşan dike, pesna kedên rewşenbîr, nivîskar û afirîneran dane da û wê bimîne bajarê afirandin, hezkirin û aştiyê.

Li ser navê Wezareta Kar û Barên Civakî Îbrahîm Xelef ev bone li Rêveberiya Herêma Qamişlo û xelkê pîroz kir û got bajar bi dîrok û civaka xwe bi pêş dikeve.

Xelef destnîşan kir ku Qamişloyê ji tevahî xelkê Sûriyeyê hembêz kir.

Xelef di dawiyê de got ew hêvî dike ku Qamişlo bibe modelek ji bo Sûriyeya nû.

Girêdayî mijarê nûnerê dêra Ermen a Artodoks baba Hagop Nerses Barsoumian bal kişand ser dîroka Qamişloyê ya ji 100 salî ve.

Barsoumian diyar kir ku Qamişlo hîna bajarê ku têra hemû pêkhateyên wê dike û destnîşan kir ku ev hevgirtina civakî hişt ku xelkê wê xurt bibe, şert û mercên dijwar û şeran derbas bike. Bajar ne tenê ji bo şêniyên wê cihê ewle bû lê hembêzgeha koçberên ji tevahî Sûriyeyê bû.

Barsoumian anî ziman ku Qamişlo di dirêjahiya sedsaliyê de jîngehek fikrî û çandî ava kir û hişt kesayetên hunerî û çandî ji tevahî pêkhateyan derkevin û pirrengiya zimanî û çandî ya bajêr navgînî û têgihîştina di navbera xelkê wê de xurt kir.

Di dawiyê de Barsoumian spasiya tevahî kesên ev şahî li dar xistiye kir.

(f)

ANHA