ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2024
21 ÇILE, 2024   02:00

Rojnameyên erebî da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku herêmê bê jiyan bihêle û welatiyan koçber bike, her wiha li Rojhilata Navîn têkildarî êrişa Amerîka û Brîtanyayê li dijî Hûsiyên li Yemenê bûyerên rageşiyê bilind bûn û vê jî bandorek li rewşa Lubnan û Iraqê kir.

Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku sala 2014’an bi îlankirina kantonê destpê kir, di 10 salan de tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê girt nava xwe û veguherî navnîşana çareseriya pirsgirêkan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Şehbayê ku koçberên Efrînê lê ne, rojane topbaran dike. Lê gel bi biryar e ku heta dawiyê li ber xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Munîr Edîb destnîşan kir ku êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Sûriye, Iraq û Îranê bi mijûlbûna civata navneteweyî li şerê li rojhilatê Ewropayê û Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Her wiha diyar kir ku eger ew çete li welatên xwe neyên vegerandin, dibe ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa dubare bibe.

Meclisa Xeta El Muhteriq a kantona Minbicê der barê şehîdbûna têkoşer û fermandar Zelal Zagros de li pêş navenda meclisê daxuyaniyekê dide, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Minbicê sersaxiyê dide malbata şehîd Kerîm Îbrahîm, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê karnameyên werza yekemîn li ser xwendekaran belav dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê şehîdxistina têkoşîn û fermandar Zelal Zagros daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Mamosteyan a Hesekê re li parka xwendinê ya Hesekê der barê hişbirê de semînerekê dide, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê sersaxiyê dide malbata şehîd Zelal Zagros. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA