Jinên Başûr: Divê kujerê şehîd Firyal Xalid were aşkerakirin û cezakirin

Beşek ji rêkxistinên jinan ên aliyên siyasî qetilkirina sîyasetmedar û çalakvan Firyal Silêman Xalid bi tundî şermezar kirin, bang li hemû jinan kirin ku bi yekrêzî li dijî van cûre êrişên li dijî jinan bibin yek, her wiha bang li aliyên peywendîdar kirin ku êrişkaran bigirin û ceza bikin.

Jinên Başûr: Divê kujerê şehîd Firyal Xalid were aşkerakirin û cezakirin
20 ÇILE, 2024   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê rêkxistinên jinan yên aliyên siyasî bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina siyasetmedar û çalakvan Firyal Silêman Xalid li taxa Serçinar a Kerkûkê şermezar kir.

Li ser navê Nûnertiya Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Hemrîn Idrîs daxuyanî xwen û wiha hate gotin; “Weke Nûnertiya Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê vê êrişa terorî bi tundî şermezar dikin ku di encamê de jina çalakvana siyasî û siyasetmedar Firyal Silêman Xalid hate şehîdkirin. Weke tê zanîn Şehîd Firyal jineke şoreşgera pêşeng bû. Ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi armanca serdankirina rêkxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê serdana Başûr kiribû. Bi rêkxistinên jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî xebat û têkoşîna jinên Rojava hevdîtin pêkdianî. Lê li nîva bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên tarî ve hate şehîdkirin.”

Di dewamê de got; “Li ser navê Kongra Star em bang li rayedarên peywendîdar dikin ku di zûtirîn dem de kujerê vê jina şoreşger ceza bikin û derxin pêşberî dadgehê. Emê dengê xwe bigihînin hemû rêxistinên jinan yên Kurdistan û Iraqê. Em hêvî dikin ku hûn xwedî helwest bin û mafên jin û jinên bindest biparêzin. Ji ber ku em jin li dijî tundiyê têdikoşin.”

Endama Komîteya Jin ya Tevgera Azadî Sara Reza jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Li ser navê hemû jinên Başûrê Kurdistanê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, têkoşer û cangoriyên azadiyê re dixwazin. Ev kiryar qirkirina siyasî û Kurdayetî bû, ji ber têkoşîna jinên şoreşger dijmin bi êrişên terorî êrişî wan dike. Ji ber vê yekê em bang li tevahî gelê Başûr dikin ku xwedî helwest bin û pêşî li qetilkirina jinan û cangoriyên azadiyê bigirin.”

Sara Reza got; “Pergala heyî ya li cîhanê ji jinên azad û pêşengên jinan ditirse. Ji ber vê yekê ew wan dike hedef û qetil dike. Dixwazin jineke ku di destê desthilatdariyê de weke leyîstokekê be.   Em van kuştinan şermezar dikin. Dewleta Tirk ya dagirker bi qetilkirina hevrê Zelal hewl da planên xwe yên têkçûyî veşêre û pêşî li destkeftiyên dîrokî yên jinan bigire.”

Her wisa li ser navê Înîsiyatîfa Parastina Jinên Kurdistanê Şeyda Merûf jî axivî û wiha got; “Qetilkirina jinan li Herêma Kurdistanê bûye diyardeyeke girîng. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo pêşîgirtina li qetilkirin û terorkirina jinan di bin her hincetekê de bibin yek.  Jinên ku tên qetilkirin bêgûman ji aliyê desthilatdaran ve ditirsin.”