Ji HRRKˊê panela ˊEfrîn piştî şes salên dagirkeriyêˊ

HRRKˊê hemwextî salvegera 6ˊan a destpêkirina êrişên li ser Efrînê panelek bi sernavê ˊEfrîn piştî şes salên dagirkirinêˊ li dar xist.

20 ÇILE, 2024   22:19
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi diruşma ˊ58 Sirûdên kesk ên hêviyê ... em ê vegerin ˊ rêzeçalakiyên ji 20ˊê Çileyê taa 18ˊê Adarê hemwextî salvegera 6ˊan a destpêkirina êrişan û dagirkirina Efrînê li dar dixe.

Di bernameya çalakiyê de ku dê 58 rojan ku nîşaneya rojên Berxwedana Serdemê ye ku dewam bike, gelek mijarên li ser folklora Efrînî, jiyana civakî, siyasî, debar, erdnîgarî û rewşên herêmê jiyaye û din rewşên dagirkeriyê de dijî, dê bi rêya panel, semîner, şevbuhêrkên helbestê, çîrok, sînama û şanoyê werin pêşkêşkirin.

Di roja yekemîn de bi beşdariya dehan xelkê Efrînê, rewşenbîr, wêjevan û nivîskaran panelek li ser Berxwedana Serdemê ya 58 rojan dewam kir hate lidarxistin. Di panelê de hevseroka berê ya Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, rojnameger Heybar Osman a ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şopandine beşdar bûn. Nivîskar Welîd Bekir panel bi rê ve bir. Di panelê de bîranên şerê li dijî Efrînê bi tevahî aliyan; ji berxwedana li eniyan, berxwedana gel li gund û bajaran, hovîtiya êrişan, vîn û israra gel bi rêya girêdana bi xakê û derneketina ji herêmê hatin vegotin.

Hêvî li ser qonaxa Efrîn beriya 20ˊê Çileyê jiyaye; ji dorpêç û êrişên çeteyan li ser Efrînê axivî û wiha got: "Rêveberiya Xweser û gelê Efrînê di dirêjahiya salên şoreşê de amade bûn ku bersiva êrişan bidin û planên dijberî wan têk bibin. Ew yek bi rêya xwerêxistina civakê li gorî rêgezên şoreşgerî, avakirina şaneyeke awarte li dijî her êrişekê bû."

Hêvî anî ziman ku vîna gel 58 rojan li hember alava kuştinê ya dewleta Tirk û dualîteya Rûsya û hêzên navneteweyî û bêdengiya wan a şermîn li ber xwe da û wiha domand: "Hevsengiya hêzan ne wekhev bû. Li pêşiya me koçberî hebû. Em bi hêviya xwe bi rêxistin bikin û careke din li Efrînê vegerin, derketin. Em pişta xwe nadin aliyekî."

Rojnameger Heybar Osman li ser 58 rojên şopandina şer û êrişan axivî û wiha got: "Gel û şervanan li Efrînê li hember êrişan berxwedaneke mezin raber kir. Ne welatiyan, ne jî xweza, ne şûnwarên dîrokî, ne tîmên tibî, ne etnîk ne kêmnetewe radest bûn. Me bi çavên xwe tabloyên berxwedanê yên nûnertiya gelê Efrînê û dîroka Kurdistanê kirine, dîtin."

Li ser pêşxistina berxwedan û rêbazên jinûve rizgarkirina Efrînê û parastina destkeftiyên şoreşê Hêvî û Heybart li ser pêwîstiya berdewama berxwedanê, pêşxistina mekanîzmeyên wê yên siyasî, leşkerî û dîplomasî li hev kir.

Dûre deriyên nîqaşê li pêş beşdaran hatin vekirin. Beşdaran diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ji qirêjiya dagirkeriyê û parastina deskeftiyên şoreşê pêwîstî bi xurtkirina berxwedanê û rêbazên rizgarkirina Efrînê hene.

Çalakiyên HRRKˊê dane destpêkirin, di rojên bê de bi rêya bernameyên cuda ku dê li ser doza Efrîn û gelê wê bin, dewam dikin.

(fr)

ANHA