ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 6 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 6 - 2024
19 hezîran, 2024   02:00

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li zeviyeke darên xoxan a li Efrînê ku 500 dar lê hene, mêtingehek ava kir. Xwediyên darên xoxan sala 2018`an dabûn koçberkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarê sûriyeyî Mistefa Qelacî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dagirkirina herêmên Sûriyeyê didomîne û hewl dide hebûna xwe li wan herêman bisepîne, lewma jî tu wateya normalîzekirinê di navbera Sûriye û dewleta Tirk de nîn e. Qelacî diyar kir ku li hember guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî, diyaloga sûriyeyiyan çareseriya herî guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarekî ji kantona Cizîrê li erdê xwe sebze û darên fêkiyan çandin, li kêleka wê jî firêz çandine û li sûkên herêmê difiroşe û got "Em dikarin herêma xwe bi cureyên çandiniyê dewlemend bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hunermend Aydil hezkirina huner û dengbêjiyê ji bavê xwe girtiye û niha jî zarokên xwe û yên gundê xwe fêrî muzîk û denbêjiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)