Mistefa Qelacî: Madem dagirkerî li Sûriyeyê ye normalîzekirina pê re bê feyde ye

Siyasetmedarê sûriyeyî Mistefa Qelacî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dagirkirina herêmên Sûriyeyê didomîne û hewl dide hebûna xwe li wan herêman bisepîne, lewma jî tu wateya normalîzekirinê di navbera Sûriye û dewleta Tirk de nîn e. Qelacî diyar kir ku li hember guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî, diyaloga sûriyeyiyan çareseriya herî guncaw e.

Mistefa Qelacî: Madem dagirkerî li Sûriyeyê ye normalîzekirina pê re bê feyde ye
19 hezîran 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Axaftinên li ser normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de zêde dibin. Agahî hene ku Iraq navbeynkariyê di navbera wan de dike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî 1’ê Hezîranê di hevpeyvîneke li gel kanala ‘HaberTurk’ a Tirkiyeyê de ragihandibû ku di wî û Beşar El Esed û Recep Tayyîp Erdogan de peywendî hene, ji bo ku her du aliyan bîne ba hev û Sûdanî gotibû: "Em ê di demeke nêz de di vî warî de hin gavan bibînin."

Rojnameya Aydinlik a Tirkiyeyê jî ragihand ku 2 şandeyên leşkerî yên hikumeta Şamê û dewleta Tirk li Hemêmîmê li hev civiyane û çaverê ye ku civîna bê li Bexdayê be.

Aydinlikê di gotara xwe ya li mijarê de wiha nivisîbû: "11`ê Hezîranê rayedarên leşkerî yên Tirkiyeyê û artêşa Sûriyeyê li baregeha Himêmîm a Rûsyayê ya li başûrê rojhilatê Laziqiyeyê, civiyane û di civînê de geşedanên dawîn ên li Idlibê hatine nirxandin.”

SEPANDINA DAGIRKERIYÊ

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê Mistefa Qelacî têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Mistefa Qelacî got: "Niha û di salên şer de, têkiliyên di navbera her du aliyan de qut nebûn. Hevdîtinên rasterast û nerasterast bi rêya navbeynkaran bûn. Di encamê de gelek dewlet dixwazin sûdê ji her guhertineke muhtemel bigirin, ji ber wê xwe ji vê peywendiyê dûr naxin."

Qelacî wiha domand: "Projeyeke Tirkiyeyê heye ku bi hemû rêbazan hewl dide wê bisepîne. Ez behsa Mîsaqî Mîlliyê dikim. Bi rastî jî Tirkiye di vî warî de gavên bilez û girîng avêtine. Tê zanîn NATO piştgiriya Tirkiyeyê dike û bi rêya hevalbendên xwe yên aliyên Astanayê hewl dide dagirkirina herêmên Sûriyeyê bike statu. Ji lew re demografiya wan herêman di bin navên lihevkirinên “herêmên bêçek” de diguhere û qanûnên navneteweyî binpê dike.”

Qelacî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkirina herêmên Sûriyeyê bi hemû rêbazan bisepîne, ji ber wê ala xwe li axa Sûriyeyê dadiliqîne, pereyê xwe, metaryalên xwe yên perwerdeyê li şêniyên herêmên Sûriyeyê ferz dike, sînorên herêmên dagirkirî bi herêmên din ên welat digire, lê belê sînorên bi Tirkiyeyê re vedike. Hêmanên jiyanê mîna av, kehrebe û înternetê bi Tirkiyeyê ve girê dide."

‘TU FEYDEYA NORMALÎZEKIRINA BI DAGIRKERIYÊ RE NÎN E’

Qelacî peyamek da aliyên Sûriyeyê û got: "Tirkiye, dewleteke dagirker e. Ti feyda jê nîn e. Dema em jî berbelav bin, Tirkiye bi rêya hevalbendên xwe li ser serê me har dibe.”

Qelacî di dawiyê de wiha anî ziman: "Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî, rêya yekane ye ku dikare mafên sûriyeyiyan li wan vegerîne. Ji ber ku aliyên destwerdana doza Sûriyeyî kirine, dixwazin berjewendiyên xwe bînin cih. Ji ber wê, vebijarka me ya yekane em pişta xwe nedin tu kesî. Divê em bi hev re li hev werin, hêviyên xwe û istiqrarê li welêt vegerînin û pêşketine domdar bi dest bixin."

(şx)

ANHA