ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2023
19 mijdar, 2023   02:00

Hevserokê PJAK`ê Siyamend Mûînî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî ‎giranbuha û bi nirx bi nav kir, her wiha girîngiya wê û sedemên xwedîderketina gelan li pêngavê ‎nirxandin.‎ (BI WÊNE)

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku dewlet netewe pirsgirêkan çareser nake, lê belê kûrtir ‎dike. Rêber Abdullah Ocalan dibêje: ′′ Eger di dewleta netewe de israr dewam bike, ev tê wê ‎maneyê pirsgirêk û şer ê dewam bikin.′′‎ (BI WÊNE)

Jinek ku ji komkujiya Teqil Beqilê rizgar bûbû, bi van gotinan detayên komkujî vedigot: ‎‎′′Dema me birîndarên bombebarana Tirk a li ser stasyona kehrebeyê radikirin, ji nişka ve ‎me dengê balafirên Tirk bihîst ku li ser cihî digeriya, piştre dest bi bombebaran kir. ‎Parçeyên laşan li her cihî belav bûn. Heta sax bim detayên vê bûyerê ji bîr nakim." ‎ (BI WÊNE)

Helwesta dewleta Tirk ji şerê li Xezayê, bandora vî şerê li Lubnanê, ‎her wiha bidawîbûna endamtiya Helbûs di parlamentoya Iraqê de, ‎mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.‎ (BI WÊNE)

Beşdarên dewreyên perwerdeyê yên Weqfa Jina Azad got ji dewreyên pêşxistina şarezahiyan ‎gelekî sûdê werdigirin û şarezahiyên xwe yên pîşeyî xurt dikin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gele herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25′ê Mijdarê (Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan) çalakî ji hêla rêxistin, nivîsgehên jinan tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê herêma Firatê sersaxiyê dide şehîdê QSD′ê Ciwan Efrîn ê di encama bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê di 15′ê Mijdarê de şehîd bûbû, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jin a TEV-DEM′ê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiyekê ji zarokan re li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Reqayê cenazeyê yek ji endamên rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fîras El Semran li goristana şehîdan a gundê Hikume oxir dike, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji gerîlayê HPG′ê Mezlûm Dijwar (Bekir Mihemed) re merasîmeke xiyabî li Qada Şehîdan a beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA