Salek di ser komkujiya Teqil Beqil  re derbas bû

Jinek ku ji komkujiya Teqil Beqilê rizgar bûbû, bi van gotinan detayên komkujî vedigot: ′′Dema me birîndarên bombebarana Tirk a li ser stasyona kehrebeyê radikirin, ji nişka ve me dengê balafirên Tirk bihîst ku li ser cihî digeriya, piştre dest bi bombebaran kir. Parçeyên laşan li her cihî belav bûn. Heta sax bim detayên vê bûyerê ji bîr nakim."

Salek di ser komkujiya Teqil Beqil  re derbas bû
19 mijdar 2023   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Êvara 19 û 20′ê Mijdara 2022′yan, dewleta Tirk a dagirker bi balafiran gundê Teqil Beqilê yê girêdayî bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê bombebaran kir. Dema ku xelkê gund ji bo rakirina birîndarên êrişê berî dan cihê bûyerê, dewleta Tirk careke din kombûna şêniyan bombebaran kir û komkujiyeke pêk anî. Di encamê de nûçegihanê me Îsam Ebdullah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn.

HINCET HER TIM HAZIR E′

Dewleta Tirk a dagirker dijbertiya gelê Kurd û projeya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li ser vê yekê hincetan diafirîna da ku êrişî gel bike û tecrûbeya wê ya demokratîk tune bike.

Di 13′ê Mijdara 2022′yan de, teqîneke li kolana Taksîmê ya li taxa Begoglu ya li bajarê Stenbolê pêk hat. Di encamê de 6 kes hatin kuştin û 71 kesên din birîndar bûn. Dewleta Tirk teqîn xist stûyê hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku ji bo pêkanîna êrişên nû li ser herêmê bike hincet.

Tevî ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD), tawanên dewleta Tirk a dagirker derewandin, lê dewleta Tirk a dagirker 19′ê Mijdara 2022′yan rêze êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê pêk anîn.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişan de balafirên şer û yên bê mirov ên biçek bi kar anîn, stasyonên petrol û enerjiyê kirin hedef. Di encama êrişan de stasyon ji xizmetê derketin û hejmareke sivîl şehîd û birîndar bûn.

LI TEQIL BEQILÊ ÇI QEWIMÎBÛ?

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 19 û 20′ê Mijdara 2022′yan de, gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Dêrik, Dirbêsiyê, Zirgan, Kobanê û Til Rifetê bombebaran kirin. Êrişa herî dijwar li stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqilê yê Dêrikê bû ku di encamê de komkujiyeke mezin pêk hat.

Di êrişa destpêkê ya li dijî stasyonê de, karkerekî stasyonê şehîd bû. Dema şêniyan berî dan cihê bombebaranê da ku birîndaran rizgar bikin, balafirên dewleta dagirker şênî kir hedef û komkujiyeke pêk anî. Di encamê de 11 sivîl;  Nûçegihanê me Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubeyd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çiftçî, Hisên Xilto  û Mazin Osê şehîd bûn û 6 sivîlên din birîndar bûn. Her wiha ziyanên mezin li stasyonê bûn.

Di êrişa li ser Dirbêsiyê de du parêzvanên embarên genim û navendên çandiniyê şehîd bûn. Di êrişa li ser Zirganê de jî şervanekî QSD′ê şehîd bû. Li Kobanê jî 3 sivîl birîndar bûn û ziyanên mezin li mal û milkên welatiyan bûn. Di heman demê de di êrişên li dijî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê de 15 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest da.

QSD′ê der barê komkujiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Careke din dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê rast ê faşîst, qirker ê dijberî gelan nîşan da. Dewleta Tirk a dagirker tehemul nake îstiqrar û jiyana hevbeş a gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibîne. Ev êriş ne tenê li dijî Kurdan e, lê belê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc."

BI DEHA KOMKUJÎ Û BI HEZARAN ŞEHÎD

Komkujiya li Teqil Beqilê ne ya yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Ji zêdetirî 20 salan ve dewleta Tirk bi dehan komkujî pêk anîne ku di encamê de bi hezaran kes şehîd bûne. Di Cotmeha îsal de, dewleta Tirk rêze êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin, binesazî û navendên xizmetguzariyê kirin hedef. Di van êrişan de 47 kes şehîd bûn.

Li gorî rapora ku ajansa me meha derbasbûyî weşandibû, dewleta Tirk ji sala 2012′an heta niha hem rasterast û hem ji bi rêya çeteyên xwe nêzî 33 komkujî li Bakur û Rojhilatê pêk anîne. Di encamê de zêdetirî 2 hezar û 300 kes şehîd bûn û bi sedan kes birîndar bûn.

(bb)

ANHA