Li Efrînê erebeyeke bombebarkirî teqiya: Kuştî û birîndar hene

Li têketina bajarê Efrînê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî bi bendeke kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de teqiya.

Li Efrînê erebeyeke bombebarkirî teqiya: Kuştî û birîndar hene
18 mijdar 2023   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkanyan dane, li têketina rojhilat a bajarê Efrînê yê dagikirî erebeyeke bombebarkirî bi benda kontrolê ya çeteyên qaşo ′Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de teqiya.

Çavkaniyan da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 3 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

(fr)