ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2026
18 gulan, 2026   02:00

- Piştî peymana 29’ê Çileyê, xebatên pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Şam û QSD/Rêveberiya Xweser de çawa dimeşin, gihîştiye kîjan astê, çi encam hatine girtin û gel çawa dibîne?

- Mamosteyên jin ên ji bajarê Girkê Legê daxwaz kirin ku zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî û got, "Zimanê kurdî nasnameya me ye." BI WÊNE Û DÎMEN

- Mûze û şûnwarên Sûriyeyê bi salane di şer de hatin wêrankirin û paşguhkirin. Rejîm jî hate guhertin lê belê hîna rewşa mûze û şûnwarên Sûriyeyê di metirsiyê de ye.

- Endamên Ofîsa PYD'ê ya bajarê Dirbêsiyê û rêveberê meclisa bajêr xwestin kongreyeke neteweyî ya kurdî were avakirin û got, siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

- 6 ciwanên li Rojavayê Kurdistanê kovara “Soryaz” ku kovareke wêjeyî, çandî û hunerî ye û demsalî ye, derxist. Kovar bi kurdî û erebî weşanê dike. Xebatkarên kovarê dibêjin “Armanca me xurtkirina têkiliyên çandî di navbera miletên herêmê, bi taybet Kurd û Ereban de ye”. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şaredariya Gel a bajarê Çilaxayê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan şaneya krîzê û komîteya  rewşên awarte ava kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li Kobanê xwediyên patozan amadekariyên xwe bi dawî kirine û û dê piştî du rojan dest bi çinînê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di hefteyên dawiyê de li bajarê Qamişloyê li gelek cihên bajêr çop kom bûye, Şaredariya Gel a Qamişloyê peymana xwe ya bi Şîrketa Arvion a ku erka paqjiyê girtibû ser xwe re bi dawî kir.

- “Roja Şehîdan (18’ê Gulanê); têkoşînek ku ji bo girêdana bi şehîdan re dest pê kir, li girtîgehan, serê çiyayên Kurdistanê, li her kolanên Kurdistanê mezin bû, dîsa bi girêdana bi şehîdan re di “Meha Şehîdan-Gulanê (2025)” veguherî destpêkek nû.

- Bi boneya Roja Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê li Nivîsgeha PYDˊê, her wiha Meclisa Bajarê Tirbespiyê ji şêniyan re li Nivîsgeha PYDˊê, civînan li dar dixin, saet 11.00ˊan. Bi heman mijarê li Qamişloyê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan civînekê li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet 17.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê Dêrikê bi armanca hevgirtina bi YPJˊê re meşekê li dar dixe, ji Qada Azadiyê ve dest pê dike, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN