Nûnerê Xameneyî: Em di bin zextan de paşde gav naavêjin

Nûnerê Rêberê Olî yê Îranê yê Artêşa Pasdaran Hacî Sadiqî bersiva Trump da û ragihand ku welatê wî "di bin zextan de paşve gav naavêje".

Nûnerê Xameneyî: Em di bin zextan de paşde gav naavêjin
17 gulan, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê ya Îranê, nûnerê Rêberê Olî yê Îranê di Artêşa Pasdaran de Hacî Sadiqî îro got ku "danûstandin di bin çavdêriya berpirsên me yên payebilind de têne kirin û bi piştgiriya Rêberê Olî Mucteba Xamineyî ne."

Sadiqî da zanîn ku "divê destûr neyê dayîn ku nakokî di nav hêzan de were gurkirin."

Ev daxuyanî, piştî ku Trump îro di postek li ser Truth Social de nivîsand ku "dem ji bo Îranê diçe û divê ew zû tev bigerin, an jî tiştek ji wan re nemaye" hat dayîn.

(fr)