ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 4 – 2025
17 nîsan, 2025   02:00

Koçberên ji Efrînê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar kir ku divê dewleta Tirk a dagirker bersiva banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bide. Her wiha destnîşan kirin ku divê dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bike û aştiyê pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Digel têkçûna aborî, siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê yên li Îranê, piranî jin neçar bûn ku biryarên tund bidin û porên xwe bifiroşin da ku mayîna xwe biparêzin û pariya nanê xwe peyda bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber ecaca hefteya borî ya li bajarên başûrê kantona Cizîrê çêbûye zirarên mezin bi sebzeyên havînê yên li bajarê Holê û gundewarê wî bûn û cotkaran jî hewl da mewsima mayî jî xelas bikin ku zirarên xwe tawîz bidin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê got "Efrîn nasnameyek e, bêyî garantîkirina hawirdoreke ewle ku rûmeta me û mafên me biparêze, vegera li Efrînê ne mimkun e." BI WÊNE Û DÎMEN

Rîhan Loqo da zanîn ku ew ê di Platforma Yekitiya Jinên Kurd de tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin û çalakiyên cur bi cur li ser asta Kurdistanê li dar bixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şîrovekarekî siyasî diyar kir ku têkiliya di navbera Enqere û Til Avîvê de hevrikî ye, ne rûbirûyî ye û got di navbera her du aliyan de hevrikî û cudabûna nêrînan hebe, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikare vê rikberiyê kontrol bike. BI WÊNE

Geşedanên di pirsgirêka Kurd de yên bi banga Devlet Bahçelî ya 22'yê Cotmehê re, dikarin gelek tiştan biguherînin. Bi awayekî ku kes ne li bendê bû yan jî texmîn nedikir, bendeke din jî bi seknên kurt, testên baweriyê û fikaran hat derbaskirin. Heyeta Îmraliyê bi serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtin kir û piştre hevdîtina bi wezîrê dadê re ji bo roja înê hat plankirin. Ev jî nîşan dide ku êdî gihaştine qonaxa avêtina gavên mutabaqatê. BI WÊNE

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo hiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi perava Sûriyeyê ve li taxa Salihiyê meşekê li dar dixe, her wiha di heman çarçoveyê de li bajarên Til Hemîs û Amûdê jî meş tên lidarxistin, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Hunera azad bi deng û rengê jinê" Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Festîvala 10’an a Wêje û Hunera Jinan li Parka Azadî ya Qamişloyê li dar dixe, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN