Çiya Kurd: Lihevkirin li ser civînek ji bo Efrînê hat kirin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir ku wan bi nûnerên desthilata Şamê re li hev kiriye ku civînek taybet li dar bixin da ku planeke xebatê û bernameyeke zelal ji bo Efrîne were danîn.

Çiya Kurd: Lihevkirin li ser civînek ji bo Efrînê hat kirin
16 nîsan, 2025   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, şandeyek ji desthilata Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê geriyan. Şande ji şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, serokê komîteya ji hêla desthilata Şamê ve hatiye erkdarkirin ku xalên peymana bi QSD’ê re hatiye îmzekirin pêk bîne Hisên Selame û gerînendeyê kar û barên siyasî yê desthilata Şamê li Helebê Seed Nasan pêk tê.

Bi şandeyê re, hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman û Nûrî Şêxo, nûnerên Komîteya Desthilata Şamê ya Helebê  Mihemed Ebdulxenî û Masûd Betal li nava taxê geriyan.

Der barê gerê û sedemên wê de, şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd got ew ger di çarçoveya şopandina pêşketinên di vê dawiyê de li her du taxên Helebê pêk hatine, hate kirin.

Bedran Çiya Kurd li ser malpera xwe naveroka hevdîtin û gerê parve kir û wiha tê de hate gotin:

"Me îro li taxa Şêxmeqsûdê bi komîteya navendî ya ji Şamê ve hatiye erkdarkirin bi serkêşiya birêz Hisên Selame re civînek ji bo diyaloga bi Rêveberiya Xweser re li dar xist. Me bi hev re rêbazên berdewamkirina pêkanîna xalên ji peymanê mane nîqaş kirin, naxasim dosyaya girêdayî pevguherîna dîlgirtiyên mayî yên li gel her du aliyan li bajarê Helebê, li kêlek wê jî me mekanîzmayên hevkariya rêveberî di navbera saziyên sivîl ên li her du taxan û Meclisa Parêzgeha Helebê de gotûbêj kirin. Di çarçoveya xebata hevbeş de rihetiyek ji bo pêşdeketine bûyî hebû."

Çiya Kurd diyar kir ku wan li ser lidarxistina civîneke taybet ku aliyên têkildar ên hikumet û Rêveberiya Xweser bicivin, li hev kiriye, da ku bigihînin planeke xebatê ya zelal ji bo Efrînê.

Çiya Kurd got, ew li nava her du taxan geriya û nuqteyên nû hatine çêkirin şopandin û dîtin ku di nava şêniyan de rihetiyek heye.

Beriya demekê, di çarçoveya pêkanîna xalên peymanê de 13’ê Nîsanê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 7 bendên kontrolê yên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û "Ewlekariya Giştî" hatin tesbîtkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 1’ê Nîsanê de peymanek ji 14 xalan di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên desthilata Şamê de hatibû îmzekirin ku jiyana hevbeş were xurtkirin û aştiya welatiyan were parastin.

Naveroka peymana di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin wiha bû:

1-Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji taxên bajarê Helebê ne û di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Helebê ne. Parastin û rêzigirtina ji taybetmendiya civakî û çandî ya şêniyên herdu taxan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane, mijareke girîng e.

2- Ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be.

3- Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.

4- Ji bo ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan, çek di nav taxan de tên qedexekirin û tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.

5- Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.

6- Hêzên leşkerî bi çekên xwe ji herdu taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vedikişin.

7- Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.

8- Tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.

9- Ji bo hêsankirina tevgera çûnûhatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin.

10- Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.

11- Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

12- Girtiyên herdu aliyan tên berdan û hemû dîlên ku piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, bi hev tên guhartin.

13- Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin.

14- Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin.

(fr)

ANHA