ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-2-2024
14 sibat, 2024   02:00

Parêzer Arturo Salernî da zanîn ku wan gelek caran serî li hikûmet û parlamentoya Îtalyayê daye ku  di çarçoveya mafê îltîcayê de ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan gavên dîplomatîk bavêjin, lê siyaseta Îtalyayê di 25 salan de tiştekî girîng nekiriye.

Ji sala 1998’an ve li dijî komploya navnetewî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dehan înîsiyatîf hatin avakirin, bi sedan kampanya û çalakî hatin pêkanîn, nêzî 14 milyon îmze hatin komkirin. Berdevkê Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî Hatîp Dîcle bal kişand ku serkeftinên girîng hatine bidestxistin, lê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîste têkoşîn heta serkeftinê bidome.

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re çend caran serî li dadgeriya Dihokê da, lê tevî destûra dadgehê jî, asayîşa PDK’ê nehişt hevdîtin pêk were. Parêzer dê di demeke herî nêz de serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide.

Kongra Star a navçeya Amûdê ji bo xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li navenda xwe ya li navçeyê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiyên siyasî li navçeya Tirbespiyê li pêşa nivîsgeha Yekitiya Suryanî der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de endamên Kongra Star bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên li navçeya Til Hemîsê xwendina parêznameyên Rêbertî û şîrovekirina wan li avahiya kongrayê dişopînin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Êzidiyên Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê cejna Bêxwînê pîroz dikin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mala Êzidiyan a Helebê bi boneya cejna Bêxwînê li hola 8ˊê Adarê ya civîna a li taxa Şêxmeqsûdê çalakiyeke olî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê rojhilatê Dêrazorê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li pêş nexweşxaneya giştî ya bajarokê Hecînê dest bi meşeke girseyî dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê li navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Holê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li Yarîgewha 4ˊê Nîsanê daxuyaniyekê dide, saet 11:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li Meclisa Navçeya Til Birakê civîneke gireseyî li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYDˊê bi hevkariya Kongra Star a Hesekê li parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasire mûman pêdixe û sînevîzyonekê pêkêş dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA