Li Iraqê DAIŞˊiyê berpirsê derayî hat girtin

Dezgeha Dijî Terora Iraqê ragihand ku berpirsê beşê darayî yê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên wan ve hate girtin.

Li Iraqê DAIŞˊiyê berpirsê derayî hat girtin
13 sibat, 2024   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 Dezgeha Dijî Terora Iraqê ragihand ku piştî ku bi passporta sexte bi armanca lidarxistina êrişan hate nav xaka Iraqê, berpirsê beşê darayî yê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên wan ve hate girtin.

Dezgeha Dijî Terora Iraqê têkildarî girtina beşê darayî yê çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî ku bi passporta sexte bi armanca lidarxistina êrişan hate nav xaka Iraqê, berpirsê beşê darayî yê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên wan ve hate girtin û wiha hate gotin; “Wê operasyonên me yên bi armanca tunekirin şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê heta dawiyê berdewam bike.”