ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-3-2024
13 adar, 2024   02:00

Cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk destnîşan kir ku meha Remezanê ji bo dîtina bi çavê heqîqetê derfetek e û bang li gelê Kurdistanê kir ku bi wesîleya wê hevgirtin û berxwedana xwe li beramberî dagirkeran xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi destpêka meha Remezanê re ji aliyê ciwanan ve ji bo malbatên hewcedar û koçberan alîkarî tên belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îro salveger 12'emîn a şehadeta yekemîn çalakvana Yekitiya Star (Kongra Star a niha) Gulê Selmo ye. Şehîd Gulê nîvê jiyana xwe ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan derbas kir û ji bo rizgarkirina jinan û gel ji pergalên zordest serî hilda. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Projeya "Demsal" a sebzeyên werzî di aliyê hilberînê de bi awayekî balkêş bi pêş ket. Îsal jî rêbazeke nû ya çandina sebzeyan di tunelên plastîkî de tê kirin û bi pêş bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku rapora NY`ê dereng maye, lê dîsa jî erênî ye û hêvî kir ku aliyên rapor radestî wan bê kirin, li gorî pîvanên mirovahiyê lê binêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê bi rasthatina salvegera 20`an a Serhildana 12`ê Adarê û destpêkirina aloziya Sûriyeyê, çalakiyekê li avahiya xwe ya li Reqayê, lidar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)