Nimûneyeke hevgirtin û hevkariya civakî

Bi destpêka meha Remezanê re ji aliyê ciwanan ve ji bo malbatên hewcedar û koçberan alîkarî tên belavkirin.

Nimûneyeke hevgirtin û hevkariya civakî
13 adar, 2024   03:37
EYN ÎSA

Ji ber ambargoya li ser herêmê  û ketina nirxê lîreya Sûriyeyê li hemberî pereyên biyanî ku bandoreke neyinî li rewşa debarê ya welatiyan dike, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêka meha Remezanê re alîkarî ji bo hewcedaran û koçberan tên belavkirin.

Li kantona Reqayê pêngavek bi navê "Xwarina Fitarê" ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin.

Li gorî berpirsekî pêngavê "Xwarina Fitarê " yê li gundê Til Semin ê bakurê Reqayê got: "Ji ber buhanê û mercên aborî û debarê yên zehmet ên li herêmê, her wiha ji ber hilweşîna nirxê lîreya Sûriyeyê malbatên hewcedar nikarin qûta xwe peyda bikin, me xwest di meha Remezanê tiştekî wisa bikin da ku karê mirovî û hevgirtinê pêş bixin."

Di çalakiyê de dê pere û xwarin werin belavkirin. Li gorî berpirsên pêngavê rojane dê alîkarî li 50 malbatan werin belavkirin.

(bb)