ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 – 07 – 2026
12 tîrmeh, 2026   02:00

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs bal kişand ser biryara ku di Civata Giştî ya KNK’ê ya 24’emîn de hatibû dayîn û got “Di nava çend mehan de em ê civîneke berfireh ji beşdarbûna hemû partî û rêxistinan çêkin. Wê li ser biryara KNK’ê ya serlêdana qebûlkirina statu û statuya çavdêriyê ya gelên bêdewlet ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê qebûlkirin. Wê ev mijar tenê were nirxandin.” BI WÊNE 

Jinên ji Girke Legê got wan di şoreşê de gelek ked, bedel û şehîd dane, divê di destûra Sûriyeyê de were nivîsandin ku di navbera jin û mêran de wekhevî heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zewbaa got meclisa Sûriyeyê ne demokratîk hate avakirin û bang lê kir ku nûnertiya pirrengiya Sûriyeyê bike.  BI WÊNE Û DÎMEN

Endezyarê çandiniyê Mihemed El Deham got piştî çinînê nabe ku zevî werin şewitandin, ji ber ku bandoreke neyînî li axê û jîngehê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Hesekê êdî enerjiya rojê bi kar tînin û pêdiviya xwe ya elektrîkê pêk tînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ehmed Mîrî ji 33 salan ve karsaziyê dike, bi darikên xeyzeranan berhemên ku bandorên wan ên baş hene ji bo mirovan çêdike. Wî karê xwe ji Şamê aniye Qamişloyê.  BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên li kampa Serêkaniyê ji ber kêmbûna xizmetên bingehîn, bilindbûna germahiyê û kêmbûna desteka mirovî gazincên xwe anîn ziman û got “Ji êşa 7 salan re êdî bes e." BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo, xebata paqijkirina Mezargeha Şehîd Delîl Saroxan dest pê dike, 08.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo bîranîna şehîd Rocen Kobanî, Desteya Çandê bi hevkariya Kongra Star û Meclisa Malbarên şehîdan, şitlên daran li şêniyên taxa Kaniy Kurdan belav dike. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobaniyê ji serbestbrdana dîlgiriyên li ba hikumeta demkî dê daxuyanyekê bike, li navenda meclisê 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Peymangha Bilind a Hunerê li bajarê Hesekê dê merasîma derçûna şagirtan li dar bixe. 19.00 BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA