Di çemê Firatê de ferîboteke li pirekê qelibî: 2 zarok mirin

Dezgeha Parastina Sivîl a Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Dêrazorê ferîbotek li perekî qelibî û di encamê de heya niha 2 zarok mirine û hin kes winda ne. Dezgehê da zanîn ku 15 sivîl hatin rizgarkirin

Di çemê Firatê de ferîboteke li pirekê qelibî: 2 zarok mirin
12 tîrmeh, 2026   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Parastina Sivîlan a Sûriyeyê ragihand ku berbanga îro ferîboteke 35 sivîl tê de bûn dema xwestin çemê Firatê derbas bike, li Pira Herbî ya li bajarê Dêrazorê qelibî. 

Dezgehê diyar kir ku hemû kesên di ferîboteyê de ketin nava çem û wekî encamên destpêkê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Dezgehê her wiha da zanîn ku tîmên wan heta niha 15 sivîl ji çem derxistine û bi hevkariya şêniyan  lêgerîna sivîlên din ên winda didomin.

(sb)