ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2023
11 kanûn, 2023   02:00

Jinên Minbicê li hemberî êrîşên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, israra xwe destnîşan kirin û amadebûna xwe ji bo bersivdayîna her êrîşeke ku herêmê dike hedef, diyar kirin û gotin: "Bi biryardarî û îradeya xwe em nahêlin tu kes xaka me dagir bike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin amgargoya hikumeta Şamê de ji ber tunebûna mazotê, zehmetiyên şêniyan wê zêdetir dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di çarçoveya pêkanîna projeyan de di sala 2023 'yan de Gerînendetiya Avê ya navçeya Girkê Legê dest bi pêkanîna projeya çêkirina depoya avê li Rimêlan kir da ku pirsgirêka hezar malbatên ku di peydakirina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber dorpêça hikmeta Şamê ya li ser Şehbayê rewşa zarokan di xeteriyê de ye û pêwistiya wan bi dermanan heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikumeta Şamê derman biha kir, bihabûn bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Yekitiya Dermansazan jî ji bo kêmkirina bihayê dermanan li çareseriyê digere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Copa 27 hindek maye bi dawî bibe, lê cudabûn û nakokî di navbera hêzên herêmî û navneteweyî têkildarî aloziya guhertina avhewayê û encamên wê serwer in. Ji vê cudabûnê destnîşan dike ku hêzên navneteweyî hîna berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelan re digirin. (BI WÊNE)

Çalakiya gireva birçîbûnê ya şêniyên Dêrikê dest pê kiriye, bi dawî dibe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Necim Hemadî El Hesen li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha PYD`ê ji bo karmendên karbes ku heta niha li Rimêlanê dixebitin, şahiyekê li hola nivîsgehê li dar dixe û diyariyan li wan belav dike saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)