Konferansa yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû

Konferansa yekemîn a Înîsyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Zanîngeha Rojhilat a bajarê Reqayê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferansa yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
10 kanûn, 2023   22:55
REQA

Di dawiya konferansê de endama Însiyatîfa Sûriya ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Hind Dagistanî encamnameya konferasê xwend. 

Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Bi dirûşma ′Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de′ konferansa yekemîn li Zanîngeha Rojhilat a Reqayê li da ket.

Di konferansê de xalên li jêr hatin pêşniyarkirin:

Li cem dadgeha ewropî, gilî li dijî Erdogan bê vekirin.

Bala dewletên lihevkirina Cinevê îmze kirine bikişîn ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.

Di ragihandinê de balê bikişînin ser vê dozê ji bo ku kiryarên Tirkiyeyê bêne aşkerakirin.

Piştgiriyê bidin tevahî însiyatîfên navneteweyî û însiyatîfa Rêbertî.

Firaşê li rêxistinên navneteweyî bikin ji bo ku erkên xwe yên qanûnî û hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih.

Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji o ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.

Ji bo aşkerakirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekin.

Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha adilê ya Yewnanistanê.

Encamnameya konferasê li dewletên herêmî belav bikin, ji bo belavkirina fikr di nava gelan de çalakiyan li Sûriye û cîhanê zêde bikin.

Konferans, ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan platform e. Xwe bigihînin paytexên erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.

Ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina komî di doza Rêber Abdullah Ocalan de, vekirina doz li dijî rayedarên tirk ên dewleta Tirk li cem dadgeha navneteweyî.

Ji CPT`yê bixwazin encamên serdana Îmraliyê ya dawî ku di Îlona 2022`yan de çêbûye, aşkera bike. Divê dwletên mezin di serî de DYA helwesta xwe û siyasetên xwe yên dualî di doza Rêber Abdullah Ocalan de biguhere.

Ji bo naskirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, avakirina komîteyeke tenduristiyê ya navneteweyî.

Ji bo parastina doza  Rêber Abdullah Ocalan avakirina komîteyekê ji parêzerên ji tevahî herêman û dewletan.

Destûr malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku wî bibînin û tecrîda li ser bi dawî bikin."

(şx)