ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2024
11 hezîran 2024   02:00

Malbatên şehîdan cezayê dîsiplînê yê li ser Rêber Abdullah şermezar kir û got, berdêl çi dibe bila bibe dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl liv û tevgerên çeteyên DAIŞ’ê û komên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nirxand.

Li kêleka çandina hinaran, cotkarên bajarokê Sûsê yê kantona Dêrazorê berê xwe daye çandina cûreyên din ên darên berhemdar.

Bi hatina Cejna Qurbanê re li bazarên sewalan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaziyek mezin heye.

Xelkê bajarê Şedadê, bajarokên Hol, Erîşa û Mergede ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê Erîşa meşekê li dar dixin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Musene Elî El Ehmed li Goristana Şehîd Dilşêr ê gundê Dugirê oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Fedekar Rêdûr (Rizgar WEqas) ku di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê 2019ˊan de şehîd bûbû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)