DAIŞˊiyek li Dêrazorê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyoneke taybet li rojavayê Dêrazorê çeteyekî DAIŞˊê ku destê wî di êrişên bi erebeyên bombebarkirî de hebû, girt.

DAIŞˊiyek li Dêrazorê hat girtin
10 hezîran 2024   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina çeteyekî DAIŞˊê li rojavayê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Îro danê sibê, 10ˊê Hezîranê, Dezgeha Ewlekariya Giştî di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî şaneyên DAIŞˊê li rojavayê Dêrezorê girt. Destê wî çeteyî di gelek êrişên erebeyên bombebarkirî yên li dijî hêzên leşkerî li gundewarê Dêrazorê de hebû.

Piştî çavdêrî û şopandina çeteyekî şaneyên DAIŞˊê li gundewarê rojavayê Dêrezorê, ku ew bi heman şaneyê ku bi erebeyên bombebarkirî êrişî bendeke kontrolê yên hêzên leşkerî li bajarokê El Şihêl û nuqteyeke leşkerî li bajarokê Ezba kiribûn hat girtin û ev çek di destê wî de hatin desteserkirin:

Sewa’iq (fetîlên bombeyan): 18

Teqemenî: 4

Narincok: 2

Darat: 8

Betarî: 6

Mesbeheya teqemenî: 2

Mermiyên klaşînkovê: 482 mermî

Rext: 2

Hêzên me lêpirsînên destpêkê bi girtî re diqedînin û piştre ji bo cezakirina wî ya adil ji edliyeyê re dişînin."