Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ji baregehên xwe yên li Yaşlî û Şêx Nasir ve bi çekên giran gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin
10 hezîran 2024   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran ji baregehên xwe yên li Yaşlî û Şêx Nasir gundên Ereb Hesen, Dendeniyê, Camûsiyê, Seyade, Qirtwêran û Kawiklî topbaran dikin. 

Heta niha 38 guleyên hawin û obîsan li gundên Seyade, Dendeniyê û Camûsiyê, 26 guleyên hawin û obîsan li gundên Kawiklî û Qirtwêran û 5 guleyên hawin û obîsan li gundê Ereb Hesen ketin.

(fr)