ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2024
11 adar, 2024   02:00

Rewşenbîrên Ereb ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku zanabûn û naskirina armancên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkbirina tecrîda girankirî ye û dê piştre jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya zexta gel pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 10'emîn a komkujiya Şaredariya Qamişloyê de cîgira hevseroketiya Yekitiya Şaredariyan destnîşan kir ku di qonaxa bê de dê xebat li gorî pêdiviyan bên pêşxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê amadekariyên xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê hîna bandorê li şêniyên herêmê dikin, ji ber ku di encama topbaranê de bê kehrebe û bê av man. Lê li hember van encaman li navçe û gundan jiyana komînal tê çalakkirin ji bo ku pêdiviyên jiyanê yên bingehîn peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê ˊÊşên jinan di gel krîza Sûriyeyê deˊ li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê de panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)