Îranê geştên hewayî bo Sûriyê rawestandin

Serokê rêxistina balafirvaniya sivîl a Îranê diyar kir ku geştên hewayî bo Sûriyê ji ber rewşên taybet ên Sûriyeyê hatin rawestandin.

Îranê geştên hewayî bo Sûriyê rawestandin
10 adar, 2024   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rêxistina balafivaniya sivîl a Îranê Mihemed Bexş destnîşan kir ku geştên hewayî bo Sûriyeyê ji ber rewşên taybet ên Şamê yên di dema dawîn de hatin rawestandin.

Der barê geşedanên balafirvaniyê navbera Îran û Sûriyeyê de Bexş got: "Her du welatan plan kir ku salane 50 hezar geştiyar bo Sûriyeyê bên birêkirin. Ji bo vê jî şîrketên her du aliyan hatin diyarkirin û pêvajo bi rê ve diçû. Lê niha ji ber rewşên taybet ên Sûriyeyê ew hat rawestandin. Dema ku wezareta karên derve ya Îranê îlan bike dê çûn û hatin wek berê vegerin."

Di mehên dawîn de fermandarên "Pasdarên Şoreşger" ên Îranê di serî de serokê Yekîneya Agahiyan a "Feyleq El Qudis" Elî Axa Zade di 21'ê Kanûna borî de di encama êrişeke hewayî de hat hedefgirtin.

Her wiha berpirsê "Mîhwera Berxwedanê" ya Sûriyeyê general Radî Mosewî di encama êrişeke Îsraîlê li dijî mala wî ya herêma Seyide Zeyneb a gundewarê Şamê de hat hedefgirtin.

Berê jî ajansa Reutersˊê dabû zanîn ku çavkaniyên ji Pasdarên Şoreşger berpirsên payebilind ji Sûriyê kişandibûn. Sedem jî êrişên Îsraîlê bûn.

(mh)