Xelkê Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, bi hezaran şêniyên Helebê bi meşeke girseyî banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

9 hezîran, 2024   22:42
HELEB

Bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi hezaran şêniyên Helebê tev li mesa girseyî bûn.

Meş ji pêşiya hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li nav kolanên taxê geriya û ber bi Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a taxê ve bi rê ket.

Li wir, endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şiyar Elî û endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meyade Nebo axivîn.

Meyade Nebo destnîşan kir ku dijmin bi rêya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwaze îradeya gelên azadîxwaz têk bibe û got: "Lê belê îrade û berxwedana Rêbertî ya li hemberî komployê hişt Îmralî bibe çiraya fikrê azad."

Di dawiya axaftina xwe de Meyade Nebo soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Şiyar bi navê şêniyên Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şiyar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya siyasetên xwe yên nijadperestî azadiya gelan sînordar dike û rê li ber şerên etnîkî vedike. Lê çareserî di projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de ye.

(mh)