ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2026
10 sibat, 2026   02:00

Koçberên ji Girê Spî yên ku li Kobanê dimînin, diyar kir ku zehmetiyên wan pir giran in û got “Em dixwazin vegerin cih û warên xwe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên ku ji ber êrişa komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji gundewarên herêmê reviyan û xwe li bajêr girt, ji ber kêmbûna sotemeniyê, li stargeha Hetîn ji ber sermaya dijwar êş û azarê dikişînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx Fehed El Şêxan diyar kir ku jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zimanê nefretê û provokasyonan xurttir e û bang li gelê herêmê kir ku planên li dijî yekitiya civakê red bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên Tirbespiyê diyar kir ku daxwaza Rêber Abdullah Ocalan her tim aştî û aramî bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku divê Sûriye li ser sîstema demokratîk were bi rê ve birin û hikumeta demkî xeletiyên rejîma Baasê dubare neke. BI WÊNE Û DÎMEN

Alîkariyên xwirek, pêdiviyên zarokan û dermanên ku ji aliyê saziyên Kurdistanî û derveyî welat ve bi 114 barhilgiran şandine Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Heyva Sor a Kurd li koçberan û nexweşxaneyan tên belavkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê ji bo piştevaniya berxwedana Rojava, parastina destkeftiyên şoreşê û misogeriya mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de derdikevin qadan, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN