Fransa: Cezayê li dijî Nêrgiz Mihemedî zext û zordarî ye

Fransa diyar kir ku piştî Îranê cezayê girtîgehê li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birî, "dîsa li vebijêrka zext û zordariyê vegeriye" ye.

Fransa: Cezayê li dijî Nêrgiz Mihemedî zext û zordarî ye
9 sibat, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê, Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Tehranê, piştî dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelkê Nêrgiz Mihemedî birî, "dîsa li vebijêrka zext û zordariyê vegeriye".

 Duh, Dadgeha dewleta Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina derve li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birîbû.

(fr)