ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2024
9 sibat, 2024   02:00

Şêniyên Kobanê, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîn azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Mesûd Barzanî beriya 32 salan çûbû Enqereyê û di hevdîtina xwe ya li gel serokkomarê wê demê yê Tirk Turgut Ozal de soz da ku li dijî PKK'ê şer bike û gotibû "Ez ji her fermaneke we re amade me." Çapemeniya Tirk jî ragihandibû ku piştî pasaporta dîplomatîk danê, Barzanî destê Ozal maç kiriye. (BI WÊNE)

Ruxmî astengiyên li pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ku hêzên navneteweyî di vî warî de bê deng, operasyonên QSD`ê û hêzên ewlehiyê li hember çeteyan dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊMayîn, girêdana bi xakê ve û vegera koçberan armanca me ya dawî yeˊ Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Kongreya xwe ya 6ˊan li Xwaringeha Marbêla ya Hesekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel li Yarîgeha Şehîdên 12ˊyê Adarê ya Qamişlo daxuyaniya ragihandina hemleya îmzekirinê ji YEˊyê re ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwîne, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)