Li hember paşguhkirina dosyaya DAIŞ`ê jî hewldanên têkoşînê didomin

Ruxmî astengiyên li pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ku hêzên navneteweyî di vî warî de bê deng, operasyonên QSD`ê û hêzên ewlehiyê li hember çeteyan dewam dikin.

Li hember paşguhkirina dosyaya DAIŞ`ê jî hewldanên têkoşînê didomin
9 sibat, 2024   03:06
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Hemwextî hewldanên leşkerî û ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tunekirina DAIŞ`ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi ragihandina tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve di Adara 2019`an de, di aliyê dîplomasî de xebatên xwe dimeşîne. 

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm li ser mijarê got: "Çareneserkirina dosyayê, pirsgirêk e. Ragirtina malbatên DAIŞ`ê di nava kampan de ne çareserî ye. Li gorî daneyên sala borî û îsal, hejmara kesên di kampan de dimînin, gelek in. Li kampa Holê hejmara herî zêde ya koçberan heye ku derdora 8 hezar malbatên DAIŞ`ê lê ne û ji 50 dewletan in."

JI DESTPÊKA 2024`AN VE TU DEWLETAN WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ`Ê WERNEGIRTIN

Li gorî daneyên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a berpirsê xebatên radestkirina malbatan, di 2023`yan de 450 zarok û 120 kesên din ji aliyê hikumetên dewletên wan ve hatin wergirtin.

Der barê helwesta navneteweyî de Îbrahîm got: "Helwesta navneteweyî ya nediyar berdewam e û tu guhertin tê de çênebûye."

HELWESTA NAVNETEWEYÎ NEHAT GUHERTIN

Îbrahîm destnîşan kir ku aliyên navneteweyî yên têkildar, berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî naynin cih û wiha domand: “Ev barekî siyasî, ewlehî, civakî, aborî, qanûnî û hiqûqî yê mezin dixe ser mile Rêveberiya Xweser û herêmê."

Xalid Îbrahîm erka bidawîkirina xetereya DAIŞ`ê û çareserkirina dosyaya malbatên çeteyan wek ‘bipirsgirêk’ bi nav kir û got divê her kes, nemaze dewletên welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de, berpirs bin û berpirsyarî ne tenê ya Rêveberiya Xweser û hêzên wê be.

Di çarçoveya xebatên tunekirina DAIŞ`ê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê 27`ê Çileya 2024`an ragihandibû û 10 rojan dewam kir. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe ya bidawîkirina operasyonê de dabû zanîn ku bi vê operasyonê rê li pêşiya planên çeteyên DAIŞ`ê girtiye ku hewl didan xwe bi hêztir bikin, kampê û derdora wê kontrol bikin. Her wiha aşkera kir ku di operasyonê de gelek serçeteyên şaneyên li hundirê kampê û derveyî wê hatine kuştin, kesên fikrên tundraw û fetweyên kuştinên didan, 85 çete û hevkarên bi wan re hatin girtin.

(şx)

ANHA