ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2024
8 gulan, 2024   02:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê destnîşan kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê li ser şopa felsefeya wî têkoşînê û hevgirtina di navbera pêkhateyan de bi pêş bixin.

Cotkar bi fikar in ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wekî her sal berhemên wan bikin hedef, nemaze yên ku zeviyên wan nêzî sînorên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ne.

Gundiyên Tilikê yên herêma Firatê piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk (henefî) dîtin û ji zehmetiya kijandina avê xilas bûn. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa 54ˊemîn a derxistina malbatên ji xelkê herêma Dêrazorê ji kampa Holê bi rê ve dibe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)