Piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk dîtin

Gundiyên Tilikê yên herêma Firatê piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk (henefî) dîtin û ji zehmetiya kişandina avê xilas bûn. 

Piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk dîtin
Piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk dîtin
Piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk dîtin
Piştî 70 salan li pêşiya malên xwe kanîk dîtin
8 gulan, 2024   07:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Gundê Tilik girêdayî bajaroka Şêran a Kobanê ye. 20 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Kobanê. Li gundê ku 70 sal beriya niha (1954) li ser girekê hatiye avakirin 50 malbat dijîn. 

Li gundê ku debara jiyanê li ser çandinî û sewalvaniyê ye, pirsgirêka sereke peydakirina ava vexwarinê ye. 

Li herêmê çavkaniyên avê yên xwezayî nîn in, dema gund hatiye avakirin jî, ji cihên nêz xeta avê nehatiye kişandin. Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012), di sala 2011’an de li gund bîrek avê hatiye kolandin, lê ew jî nehatiye çalak kirin. Lewma gundîyan ev 70 sal bûn pêdiviya xwe ya ava vexwarinê ji gundên derdorê pêşwazî dikirin. Her roj bi bidon, satil û hwd. av dikişîndin. Di demên dawî de jî li gorî derfetan, bi sarincên avê (seyareyên avê) pêdiviya xwe pêşwazî dikirin.

ÊŞ BI DAWÎ BÛ

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê û rizgarbûna ji vê zehmetiyê şêniyên gund sala 2023’yan serî li Midûriyeta Avê ya Kobanê dan. Midûriyetê jî di çarçoveya plansaziya belavkirina şebekeya avê ya li herêmên bê av de, xebat dan destpêkirin.

Di sala 2023’yan de li gund û navçeyên Kantona Firatê xebatên sererastkirina stasyon û şebekeyên avê yên di encama êrişên çeteyan û dewleta Tirk de xirab bibûn, hatibûn destpekirin. Li cihên ku pirsgirêka avê heye jî, projeyên nû hatibûn amadekirin.

Yek ji van projeyan jî çareserkirina pirsgirêka gundê Tilik û çend gundên derdora wê bû. Di çarçoveya plansaziyê de bîra ku berê hatibû kolandin, lê xirab bibû, ji nûve hat çêkirin, li ser wê hewzek hat avakirin û şebekeya avê li nava gund hat raçandin.

Rêvebirê Midûriyeta Avê ya bajaroka Şêranê Silêman Cezairî diyar kir proje bidawî bûye û niha ev digihîje her malekê.

‘EM GELEKÎ KEYFXWEŞ BÛN’

Gundiyên Tilik diyar kirin ku ew ji zehmetiyek mezin xilas bûne û keyfxweşiya xwe anîn ziman: 

Şêniyê bi navê Ehmedê Mamê (68) diyar kir ku ji bo peydakirina avê gelek zehmetî dikişandin, lê niha ev zehmetî bidawî bûye û got: "Ji dema avakirin gund heta niha me av bi rêya tenekeyan ji gundê Taşlûg ê nêzî 15 kîlometre dûrî gundê me ye dikişand. Lê niha rêveberiya me pêwîstiya me bi cih anî, em ji viya kêfxweşin."

Dayîka bi navê Xatûn Hec Hemo jî ev tişt anîn ziman: “Ji ber tinebûna avê dapîra min destên xwe dişûşt û piştre heman av dida mirîşkan. Min tu carî bawer nedikir ku av bigihîje gundê me.  Min ji zarokên xwe re digot ‘dema ez mirin avê bînin ser gora min’, ji ber ku av mîna xewnekê bû. Lê xewna me pêk hat û me av dît. Em pir kêfxweş in.”

ŞEBEKE WÊ JI 5 GUNDÊN DIN RE JÎ BÊ KIŞANDIN

Ji stasyona avê ya li gundê Tilik hatiye çêkirin, wê şebekeya avê ji bo gundên Qebecixa Mezin, Qebecixa Biçûk, Bostep û Xerab Bal û Eşqan jî bê kişandin. Tê plankirin ku xebata ji aliyê Midîriyeta Avê ya Şêran ve tê meşandin, di nava salê (2024) de bê bidawîkirin.

(a)

ANHA