ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2024
8 nîsan, 2024   02:00

Koçberên Girê Spî diyar kirin ku derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên wan û vegera wan li mal û milkên wan, cejna wan a rastîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku şêniyên li deverên dagirkirî bi taybetî li Babê dibin qurbaniyên pevçûna di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de. Meclisê got: "Em amade ne alîkariyê pêşkêş bikin û em ê di têkoşîna xwe ya rizgarkirina tevahî xakê ji dagirkerî û terorê de dewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanê bi navê Fîras Remedan ê ji bajarê Reqayê pîşeya çîrokbêjiyê di meha Remezanê de bi rêbaza xwe vejand. Fîras çîrok, çand û kultûra herêmê bi rêbazeke komedî vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hukimeta Şamê ya li ser Şehba, koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê amadekariyên cejna Remezanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 4ˊan a Amara ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Desteya Werzîşê ya Kantona Efrîn û Şehbayê li kampa Berxwedan a Şehbayê li dar xistiye di roja duyemîn de dewam dike, saet 08:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Çilaxa ji bo danasîna Rêber Abdullah Ocalan biruşoran belav dike, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Yarîgeha Şehîdên 12ˊyê Adarê ya Qamişlo bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan aşkera dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)