Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir

Kurdistaniyên li paytexta Lubnanê Beyrûtê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4ˊê Nîsanê pîroz kir
7 nîsan, 2024   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên li Lubnanê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endama rêvebera PYD'ê Rêvan Cûdî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Rêvan Cûdî destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin siya Rêveberiya Xweser de bi aramî, wekhevî û aştî dijîn, ew jî ji berhemên fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan e.

Di şahiyê de beşên ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin

Di dawiyê de stran û govendên koma Şehîd Egîd û ya Şehîd Şoreş Çiya hatin pêşkêşkirin.

(mh)