ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-01-2026
1 ÇILE, 2026   02:00

Ev sala 7'emîn e koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî yên li kampa Telaê ya bajarê Hesekê zehmetiyên koçberiyê ji ber kêmbûna alîkariyan dikişînin. Bi hatina sala nû re koçberan hêviyên xwe yên vegera ewle dubare kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Radyoya Dirbêsiyê FM ku di 1`ê Çileya 2016`an de hat damezirandin, 10 salên xwe temam kirin. Radyo erka xwe wek platformeke ku dengê gel radigîne, didomîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvan û siyasetmedarên Sûriyeyê diyar kir ku zêdebûna aloziyên ewlehiyê û binpêkirinên li deverên cuda yên welêt bûne sedema kûrbûna nerazîbûna civakî li dijî hikumeta veguhêz. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî ku QSD'ê bajarê Sebxa ji hêzên rejîma Baas rizgar kir, êdî rewşa bajêr bi pêş ket û cihê xwe wek bajarê herî kevn ê kantona Reqayê girt, nexasim ku bajar navendeke girîng a çandinî û bazirganiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku dirêjkirina dema karê komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê ji bo 2 mehên din, cidiyeta rastîn a ji bo pêvajoya aştiyê nîşan nade, berovajî wê ew bi armanca valakirina pêvajoyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di meha dawîn a 2025`an de 181 kes li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatin kuştin.

Nivîskar û analîzkar Îlhamî El Milêcî got peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelê Sûriyeyê ye û krîza Sûriyeyê ji şerê leşkerî vediguhêze qonaxên dan û standin, demokrasî û avakirina dewleta pirreng. BI WÊNE