Rêveberiya Xweser li Dêrazorê torên ava vexwarinê guhartin
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê bi rêya saziyên xwe yên xizmetguzariyê torên ava vexwarinê li gundewarên rojhilatê kantonê guhartin. Rêveberiyê ji 4 taxên bajarokê Hecînê ve dest bi guhartina torên avê kir.
Ji bo bersivdana daxwazên xelkê bajarokê Hecînê û ji bo pêkanîna encamnameyên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê li Kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteya xizmetguzariyan a rojhilatê Dêrazorê dest bi guhartina torên ava vexwarinê kir.
Xebatên guhartina torên ava vexwarinê yên kevn bi yên nû ji xeta sereke ku avê dide 3 taxan ve dest pê kirin; taxa Wawiyê, taxa Şiwêş, taxa rêya stûr. Tor bi dirêjahiya hezar û 200 metre û eşkêla 6 inchan.
Her wiha xebata guhartina torên avê li xeta taxa Qele jî bi dirêjahiya hezar û 200 metre û 6 inchan tê kirin; ev xet jî avê dide taxa Kelase ya li bajarokê Hecînê.
Eşkêla xetên kevn 2,5 inch e û pêdiviya xelkê herêêm dabîn nedikir.
Çaverê ye, komîteya xizmetguzariyan li tevahî taxên êşa kêmbûna avê dikişînin toran biguherin.
(fr)
ANHA