Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan mehane 16 daxwazname tên redkirin

Desthilatên Tirk di Çileya 2024ˊan de 16 daxwaznameyên malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ên hevdîtina bi wî re red kirin.

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan mehane 16 daxwazname tên redkirin
5 sibat, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda xwe ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji dema girtina wî ya sala 1999'an ve heta niha didomîne. Ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin, desthilatên Tirkiyeyê nahêlin ne parêzer ne jî malbata wî, wî bibînin an jî bi telefonê pê re biaxivin.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re parêzerên Buroya Hiqûqî ya Sedsalê 2 daxwaznameyên hevdîtinê bi awayekî heftane dişînin Serdozgeriya Giştî ya bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê. Her wiha malbata Rêber Abdullah Ocalan jî bi awayekî heftane 2 daxwaznameyan dişînin. Di encamê de mehane 16 daxwazname tên şandin. Hemû jî hatine redkirin û bê bersiv mane.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdîtina dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ji aliyê parêzerên wî Rezan Sariga û Newroz Uysal ve di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe re Mihemed Ocalan re 5 deqeyan bi telefonê axivîbû û piştre hat qutkirin.

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî ya 1999'an de li paytexta Kenyayê Neyrûbî hat girtin û di 15'ê Sibata heman salê de radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin ku niha ji zêdetirî 24 salan ve li girtîgeha Îmraliyê ragirtî ye.

(fr)

ANHA