Dayika fedakar û têkoşera ji bo azadiya jinan: Gulê Selmo

Îro salveger 12'emîn a şehadeta yekemîn çalakvana Yekitiya Star (Kongra Star a niha) Gulê Selmo ye. Şehîd Gulê nîvê jiyana xwe ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan derbas kir û ji bo rizgarkirina jinan û gel ji pergalên zordest serî hilda.

Dayika fedakar û têkoşera ji bo azadiya jinan: Gulê Selmo
Dayika fedakar û têkoşera ji bo azadiya jinan: Gulê Selmo
13 adar, 2024   04:36
HELEB
MIHEMED EBDO

Gulê Selmo sala 1961'an li gundê Qitmê yê navçeya Şera ya kantona Efrîna dagirkirî ji dayik bûye. Di dawiya salên 1980'î de jî tevgera azadiya Kurdistanê nas kir.

Di 1996'an de wê di komîteya organîzekirina çalakî û şahiyên niştîmanî û komkirina alîkariyên madî û lojîstî de kar kir. Di 15'ê Kanûna 2005'an de jî ew bû çalakvana Yekitiya Star a wê demê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Ji bo bibîranîna wê, hevrêya wê dayika şehîd Berfîn, Gulê Osman ji ajansa me re wiha axivî: "Di destpêka salên 1990'î de min Gulê Selmo nas kir. Ew nimûneya jina têkoşer bû ku heta kêliya dawîn nirxên tevgera azadiya Kurdistanê diparastin."

 ‘ÇIRÛSKA SERHILDANA HELEBÊ BI ŞEHADETA GULÊ RE DEST PÊ KIR’

Di destpêka sala 2012’an de piştî damezirandina Meclisa Gel a taxa Şêxmeqsûdê, şehîd Gulê di meclisê de cih girt, di heman wextî de ji ber cesareta xwe di Yekitiya Star de jî kar dikir.

Hemwextî serhildana şêniyên taxa Şêxmeqsûd li dijî komên çekdar ên girêdayî ajandeyên desthilatdar ên li taxê de, tax di 10’ê Adara 2012’an de hat hedefgirtin. Ew hedefgirtin bi armanca revandina rojnamevanekî ku sûcên wan koman radigihand bû. Gulê wê demê bi wî rojnamevanî re bû û hewl da wî xelas bike, lê belê komên çekdar ew hedef girt û ew di serê xwe de birîndar bû.

Şehîd Gulê piştî 3 rojan li nexweşxaneya Henan a taxa Eşrefiyê di beşa çavdêriya giran de şehîd bû. Berbanga 13'ê Adarê şehadeta wê hat ragihandin û li gundê xwe yê kantona Efrînê bi merasîmeke biheybet û beşdariya bi hezaran Kurdan hat oxirkirin.

Şêniyên taxê li hember vê bûyerê bê deng neman û ji bo tolhildana wê wan li dijî komên çekdar serî hilda û ew ji taxê derxistin. Ev serhildan jî bû çirûska rêxistinkirina gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî ku di encamê de berxwedana Şêxmeqsûd bi ser xist.

Der barê şehadeta wê de Gulê Osman got: "Gel bi hemû pêkhateyên xwe bû yek da ku tola şehîd Gulê ji kujeran hilînin. Bê guman mîrasa ku şehîd Gulê li pey xwe hiştiye Şoreşa 19'ê Tîrmehê berfirehtir kir."

'BÎRANÎNA DAYIKA FEDAKAR LI ŞÊXMEQSÛDÊ ZINDÎ MAYE'

Ji bo bîranîna têkoşîna şehîd Gulê Selmo, kolana ku ew tê de hatiye hedefgirtin bi navê wê hat binavkirin. Wêneyên wê li kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin danîn û di 2015'an de tabûreke parastina civakê bi navê Gulê Selmo hat damezirandin. Di wê tabûrê de nêzî 60 jinên hemû pêkhateyan cih girtin.

Her wiha Kongra Star Meclisa Xeta Şehîd Gulê Selmo ku ji 6 komînan pêk tê vekir.

Gulê Osman wiha domand: "Şehîd Gulê her tim digot kar gazî me dike. Pêwîst e em li pêşiya gel û tevgerê di karê xwe de berpirs bin, zimanê xwe biparêzin û şehîdên xwe bi bîr bînin."

Di dawiya axaftina xwe de Gulê Osman soza şopandina rêya şehîdan di serî de şehîd Gulê Selmo heta rizgarkirina Efrînê û bajarên din ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nû kir.

Gulê Selmo yekemîn çalakvana Yekitiya Star (Kongra Star a niha) ye ku ji bo parastina gelê Şêxmeqsûd digihîje asta şehadetê.

(mh)

ANHA