Qalîbaf: Em girêdayî xetên sor bimînin

Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got, di hevdîtinên ku siberojê bi DYA’yê re bên kirin de Tehran wê ji ‘xetên sor’ tawîz nede.

Qalîbaf: Em girêdayî xetên sor bimînin
19 hezîran, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yek ji siyasetmedarên payebilind ê Îranê û serkêşê ekîba muzakereyê, Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku di muzakereyên muhtemel ên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bên meşandin de, Îran wê ji pîvanên xwe yên esas tawîz nede.

Qalîbaf ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re axivî û got, “Mîna muzakereyên berê, em ê hîn jî girêdayî şert û mercên hatine diyarkirin û xetên sor bimînin û berjewendiyên gelê Îranê biparêzin.”

Qalîbaf diyar kir ku Washington eger pir zêde daxwazan bike, Îran amade ye ku bi rengekî tund bersiv bide.