Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî

Li gundewarên Til Temir û Zirganê 75 hezar donim zeviyên çandiniyê, bi dehan xanî û 22 jenaratorên avdanê şewitîn.

Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
Li Til Temir û Zirganê karesata şewatê: 75 hezar donim çandinî şewitî
19 hezîran, 2026   15:56
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Duh (Pêncşem) ji saetên sibehê heya berbanga îro li gundewarên Til Temir û Zirganê şewatên mezin rû dan.

Şewat ku ji aliyê baregehên leşkerên Tirk ve hatin derxistin, di navbera bajarên Zirgan û Til Temirê de bû û ji ber ba derdora 23 gund dan ber xwe. Di nava çend saetan de rûberên mezin ên zeviyên çandiniyê û mal û milkên şêniyan şewitîn.

Li gorî agahiyên pêşîn, nêzî 75 hezar donim zeviyên çandiniyê (30 hezar doninê genim û 20 hezar donimê ceh), pûş, torên avdanê û alavên çinînî şewitîne.

Şewatan qadên şêniyan jî dan ber xwe û li gelek gundan zirarên mezin çêbûn. Gundê Ebûş jî di nav de, li çend gundên din bi dehan xanî û milkên gundiyan şewitîn. Hewldanên mezin ji aliyê gundiyan ve hatin kirin da ku nehêlin şewat milkên din û sewalan jî bide ber xwe.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Mesletê 7, li gundê Şêx Elî 5, li gundê Qibûr Qeraçînayê 6 û li gundê Ebûşê jî 4 jenaratorên avdanê şewitîne.

SEFERBERÎ ÎLAN KIRIN

Bi zêdebûna şewatan re, tîmên agirkujiyê û rewşên awarte seferberî îlan kir. Bi beşdariya sahrîcên avê yên Gerînendetiya Avê û şaredariyan û bi dehan şêniyan, 22 saetan bê navber di nava hewldanan de bûn.

Di saetên berbanga îro de piraniya şewatan hatin vemirandin, lê xebatên çavdêriyê û nirxandina ziraran dewam dikin.

Şewatên ku ji duh heya vê sibehê li Til Temir û Zirganê derketin, yek ji karasetên herî mezin e. Cotkaran daxwaza piştgiriyê li aliyên têkildar kir.

(bb)

ANHA