Belavokên gefxwarinê şêniyên taxên Şamê ditirsînin

Li çend taxên Şamê belavokên ku peyamên gefxwarinê li dijî kes û malbatan tê de hene, hatin belavkirin. Ev yek di nava şêniyan de bûye sedema nerazîbûn û fikaran.

Belavokên gefxwarinê şêniyên taxên Şamê ditirsînin
19 hezîran, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gelek taxên paytexta Sûriyeyê Şamê belavokên ku peyamên gefxwarinê tê de hene, hatine belavkirin. Di nava van belavokan de nav û wêneyên kesan û malbatan hebûn. Di belavokan de kes û malbat hatin hişyarkirin ku li malên xwe bimînin.

Li gorî SOHR`ê, ev belavok li taxên El Muctehid, Qebir Atika û El Beramkê hatine dîtin. Di belavokan de gotinên tund û gefên rasterast hene. Ev yek di nav şêniyan de bû sedema tirs û fikran, bi taybet ji ber ku di belavokan de nav û wêneyên kesan hene.

Şênî ditirsin ku gefên di belavokan de werin pêkanîn, lewma li wan taxan rewş aloz bûye.

(k)