Piştî pêla koçberiyê Îtalya peymana Schengenê ya bi Spanyayê re rawestand

Piştî pêla koçberiyê ya ber bi Ceutayê ve, Îtalyayê peymana Schengenê ya bi Spanyayê re rawestand. Fransayê sînorên xwe asê kirin. Her wiha Washingtonê îdia kir ku Madrîd koçberiya "neqanûnî" hêsan dike.

Piştî pêla koçberiyê Îtalya peymana Schengenê ya bi Spanyayê re rawestand
31 tîrmeh, 2026   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên dawîn de pêleke mezin a koçberiya ber bajarê Ceuta yê Spanyayê ve ku li perava Fasê ye çêbû. Rêveberiya herêmî ragihand ku zêdetirî hezar û 500 koçber bi rêya deryayê gihîştine bajêr. 

Serokê hikumeta Ceutayê jî behsa 60 hezar koçberan kir. Li gorî agahiyan, di dema hewldana koçberiyê de qurbanî çêbûn. Fas û Spanyayê ewlehiya sînor zêde kirine. Di heman demê de Madrîdê ragihand ku wê nêzî 40 hezar kes vegeriyan Fasê.

Piştî vê krîzê Îtalyayê peymana çûn û hatina serbest a bi Spanyayê re ya di nav herêma Schengen de rawestand.

Fransayê jî kontrolkirina sînorên bi Spanyayê re asê kirine. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani anî ziman siyaseta efûyê ya ku Spanyayê bi rêve dibe, bazirganiya mirovan teşwîq dike. Madrîdê nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniyê da û bangî balyozê Îtalyayê kir. Wezareta Karên Derve ya DYA‘yê îdia kir ku hikumeta Spanyayê koçberiya "ne qanûnî" a girseyî ya ber bi Ewropayê ve hêsan bike.

Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham jî got, pêla koçberiyê fikaran çêdike û destnîşan kir ku Londonê dê piştgiriya Madrîdê bidomîne.

(bb)